Şener Toktaş
07 Îlon 2024•Rojanekirin: 10 Îlon 2024
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber barana gur 3 xaniyan zirar dît.
Li gorî agahiya ku ji AFADê hat sitandin, li gundê Oduncularê barana ku destê êvarê dest pê kir, bandoreke neyênî li jiyana rojane kir.
Ji ber baranê lehî li gund rabû û avê girt ser hinek xaniyan. Di lehiyê da 3 xaniyan zirar dît.
Li ser îxbarê ekîbên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku ewê ekîbên Karûbarê Avê ya Dewletê, Rêveberiya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê digel yên Rêveberiya Çandinî û Daristanan li gund xebatê bajon.