Şener Toktaş,Berfin Sidar Aşit
06 Adar 2024•Rojanekirin: 26 Adar 2024
Xwendekaran di "Festîvala Berfê" ya ku Zanîngeha Bedlîs Erenê (BEU) îsal cara sêyemîn e li dar dixe da demên xweş derbas kirin.
Xwendekarên beşdarî Festîvala Berfê ya ku li navenda kaşûnê ya li kampusa BEUyê hat lidarxistin bûn, bi stranan govend gerandin û bi kaşûn û xizankan xwe şiqitandin.
Di festîvalê da pêşbirkên weke kaşûna bimeşaleyê, govendên gelerî û kişandina werîs hatin kirin. Piştî pêşbirkan goştê navnan îkramî xwendekaran hat kirin.