Servet Taşdemir
23 Mijdar 2024•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2024
Li Tetwana navçeya Bidlîsê rêveber û mamosteyan dibistana xwe ya ku 5 wanegehên wê hene, boyax kirin.
Li Dibistana Seretayî ya Mehmet Zeki Peker ya li gundê Egrîtaşa ser bi navçeyê rêveber û mamosteyan dest bi boyaxkirina dibistana xwe kir.
Bi piştevaniya Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê mamosteyan dîwarên derva û hundir boyax kir û nava wanegehan jî bi wêneyan xemilandin.
Rêvebera Dibistanê Sînem Unluyê anî ziman ku ji bo nûjenkirina dibistanê bi mamosteyan ra dest bi xebatê kirine û got, "Em dixwazin ji bo perwerdeyê navendeke pak û paqij amade bikin."