Ekrem Payan
28 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2025
Li Beytuşşebapa navçeya Şirnexê ji ber berf û cemedê bo rojekê navber dan perwerdeyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li navçeyê ji ber berf û cemeda zêde kreşên fermî û taybet, pêşdibistan, dibistanên destpêk û navîn, lîse, navendên perwerdeya pîşeyî, saziyên perwerdeyê yên giştî, qursên perwerdeyê yên taybet û navendên rehabîlîtasyonê rojek navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku welatîyên malul, astengdar, kesên bi nexweşiyên giran û xebatkarên kamuyê yên ducanî bo rojekê wê bo wan îzna îdarî bê dayîn.