Tirkiye

Li Şirnexê rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê yê 6 hezar salî hat texrîbkirin

Li Şirnexê rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê nirxandin 6 hezar sal berê hatiye neqşkirin, hat şikênandin.

Önder Beyter  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Li Şirnexê rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê yê 6 hezar salî hat texrîbkirin

Şırnak

Kesek an jî kesên ku nasnameya wan hê nehatiye kifşkirin, bi alavên devtûj zirar dan rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê nirxandin 6 hezar sal berê li zikê çiyayê ku wekî "Derwazeya Qralan" tê binavkirin û li bajarokê Qesrikê çiyayên Cûdî û Gabarê ji hev cuda dike, hatiye neqişandin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Şirnexê ji bo desteserkirina kes an jî kesên ku zirar dan rolyefê, xebat dan destpêkirin.

- Şêniyên bajarok bertek nîşan dan

Şaredarê berê yê bajarok Bahattin Şanli diyar kir ku Tengava Qesrikê li gorî biryarnameya Serokomariyê ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan 4ê adarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin, wekî qada hesas a parastî hat tescîlkirin.

Şanli destnîşan kir ku şêniyên bajarok bertek nîşanî wê yekê dan ku êrîş li rolyefê 6 hezar salî hat kirin û wiha axivî:

"Zirar dan fîgurê mirovê li ser hespê. Zirar dane peykerê jinê yê li ser hespê. Der heqê bûyerê da lêkolîna cendirmeyê didome. Em wisa difikirin, yên ku li zêr û xezîneyan geriyane, zirar danê. Me çend caran li herêmê dît û me midaxele kir. Di demeke ku em li bendê ne turîst werin herêmê, bûyereke bi vî rengî diqewime ku mirov li ber xwe dikeve."

Xelkê bajarok Sinan Salgut jî wiha got, "Em xemgîn in ku zirar dane berateya dîrokî ya 6 hezar salî. Em dixwazin cezayê pêwîst bidin kesên ku ev yek kirine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın