29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
BITLÎS
Li gundê Kişkiliya li dawa çiyayê Subhanê cih digre, welatî berfedimsê didin ber mêvanên xwe. Welatî diçin cihê ku qalindahiya berfê digihêje 2 metroyan û berfê tînin. Welatî berfa tînin li nav dimsê dixin û şêraniya berfedimsê çêdikin.

Welatî şêraniya berfedimsê didin ber mêvanên xwe yên ku tên gund.
Meziyet û Yetîş Sadikogluyê Sînopî ji bo ziyaretê hatin gundê li ber çiyayê Subhanê û berfedims xwarin.

Meziyet Sadikogluyê ji nûçegihanê AAyê re got kû çûne gelek deverên cuda û gelek tiştên cuda xwarine lê heta niha cara ewil e ku şêraniyeke wiha tam kirine. Sadikogluyê got ku ev 3 sal in li Bedlîsê wezîfeyê dikin û wiha axivî: "Li Edeneyê şêraniya 'bîcî bîcî' heye dişibe vê şêraniyê lê tama wê cuda ye. Ez dixwazim welatî werin vê derê û berfedimsê tam bikin."