Türkan Tosun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li bajarê Diyarbekirê ya ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye cihên dîrokî ji ber payîzê dîmenên xweş derdixin holê.
Sûrên dîrokî, Mizgefta Mezin, Birca Bizinê, Dêra St. George, Baxçeyên Hewselê, Pira Dehderî û cihên din ên ku li Diyarbekirê navdar in bi demsala payîzê va rengareng xuya dikin.
Baxçeyên Hewselê yek ji wan deran in ku rengên herî xweş û zindî yên payîzê li wir tên temaşekirin. Kesên ku tên kafeyên li baxçe rûdinên him hewaya xweş dikişînin hundirên xwe û him jî temaşeya dîmenên payîzê û der û dorê dikin.
Pira Dehderî ya ku li ser Çemê Dicleyê ye jî li der û dora Baxçeyên Hewselê di payîzê de xweş xuya dike û bala mirovan dikişîne.
- "Divê herkes bibîne"
Mustafa Kizilkayayê ku ji Stenbolê ji bo kar û gerê hatiye Diyarbekirê ji nûçegihanê AAyê re got ew kêfxweş e ku di payîzê de hatiye Diyarbekirê.
Kizilkaya got Çemê Dicleyê û hawîrdora wê nuwaze ye û wiha axivî: "Ez pêşniyaz dikim û dibêjim divê her kes bibîne. Biharê jî xweş e. Ev newal, ev dîrok, ev bajar pir xweş e."
Ercan Koç (42) jî got zarokatiya wî di Baxçeyên Hewselê de derbas bûye û Diyarbekir her demsal xweş e.
Ji bo Diyarbekirê Koç wiha got: "Niha payîz e, em li kêleka Çemê Dicleyê ne. 365 rojên Diyarbekirê û her demsalên wê pir xweş in. Her derê me dîrokî ye. Ev bajarê pêxemberan e, wek bajarê zebeşê tê binavkirin. Zebeşê me pir navdar e lê Diyarbekir ne bajarê zebeşan, bajarê dîrok û çandê ye. Bi gotinê nabe, divê mirov bibîne, lê bijî."
Osman Kizilkayayê 17 salî yê ku ji bo gerê ji Stenbolê hatiye Diyarbekirê jî pesnê Diyarbekirê da û got bajêr pir xweş e.