Orhan Pehlül
30 Tebax 2024•Rojanekirin: 31 Tebax 2024
Li Adiyemanê zarokekî 5 salî ket Gola Bendavê ya Ataturkê û xeniqî.
Li gundê Yazlika ser bi navendê, piştî ku malbata Deniz Turanê 5 salî wî li malê nabînin, xeberê didin Navenda Banga Acil a 112ê.
Ekîbên ku li herêmê xebat dan destpêkirin, li gorî beyana şahidên bûyerê berê xwe dan Gola Bendavê ya Ataturkê û hiner dan lêkolîna li wêderê.
Cesedê zarok ji aliyê welatiyan va ji nava avê hat derxistin û ekîban bi mebesta otopsiyê ew rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê.