Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
BÎTLÎS
Şaredariya Adilcewazê li navçeyê ji bo jinan park û qadên bîndayînê dide çêkirin.
Di çarçoveya projeya "Ji Her Taxê a Parkek" a ku bi destê Şaredar Necatî Gursoy hat amadekirin da parka zarokan û qada bîndayînê tê çkirin, gelê li taxên Cevîzlî û Ataturkê ew ê vê parkê bi hev ra bikar bînin.
Gursoy di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di xebatan da her tim jin û zarokan difikirin.
Gursoy got divê zarok mecbûr nemînin û neçin parkên dûrî malên xwe û wiha axivî: "Me xwest ku di vê çarçoveyê da li her tax û xwendingehê park bên çêkirin, zarên me bi kêfxweşî dema xwe derbas bikin, şa bibin û bikenin, sporê bikin û hînî sporê bibin. Em wek Şaradarî her tim girîngiyê didin jiyana tenduristiyê, spor û sporvanî."
Gursoy diyar kir ku qadên ji bo jinan çêdikin jî wek baxçeyên gulan dineqişînin.
Rahmî Kapiciyê Mixtarê Taxa Cevizliyê jî got xebatên tên kirin zehf diecibînin û ji Şaredar Gursoy ra sipas kir.