İbrahim Atmaca
30 Adar 2020•Rojanekirin: 31 Adar 2020
Li 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê ewrayî be û li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê şilope û berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor şert û mercên demsalê tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 6, li Tunceliyê 4, li Erzirom û Erzincanê pileyek, li Agiriyê sifir, di binê sifirê da li Qersê 2 pile û li Erdexanê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Îdirê 16, li Tunceliyê 13, li Erzincanê 10, li Qersê 7, li Agirî û Erdexanê 6 û li Erziromê 4 pile tê payîn.