Abidin Yel
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
Li Cizîra navçeya Şirnexê dibistanên 2 gundan ên nayên emilandin, veguherandin û kirin navenda jiyana gund.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Şahan Îke diyar kir, li gundê Varlik û Kurtuluşê dibistanên nedihatina emilandin, hatin nûkirin û wekî navenda jiyana gund hatin veguherandin.
Îke bal kişand, li navendên ku eleqeyê dibînin qederek kurs hatin vekirin û wiha dewam kir, "Emrê hînbûnê tuneye. Ev cure navend ji bo kesên ku bixwazin xwe bi pêş da bibin derfetek e."