İbrahim Yaldız
15 Adar 2022•Rojanekirin: 16 Adar 2022
Leglegên hersal di meha adarê da vedigerin Deşta Mûşê û wek mizgîniya biharê tên hesibandin îsal tevlî hêlînên xwe di nav berfê da man.
Li Mûşê bi salan e legleg hêlînên xwe li ser dar û stûnên ceyranê çêdikin û di mehên zivistanê da diçin û biharê careke din tên hêlînên xwe. Dema leglegên vegeriyane bên dîtin ew wek mizgîniya biharê tên hesibndin û hêvî ewe ku êdî bihar wê bê. Lê îsal bihar him ji bo leglegan û him jî ji bo çar aliyê welêt piçek dereng ket û gotina adarê berfê avêt guliyê darê xwe baş nîşan da.
Legleg îsal li gor demên berê 15 roj berê hatin herêmê lê ji ber berfa ji nişka va lê kir hêlînên wan di nav berfê da man.

Ji şêniyên gundê Alazliya ser navçeya Korkutê Medet Guven diyar kir ku legleg 15 roj hatin gundê wan û dema ew hatin berf li erdê tunebû û wiha domand: "Bi qasî metreyekî berf barî û legleg di dîtina xwarin û lext da zehmetiyê dikişînin. Em jî heya ji dest me tê ji bo wan xwarinê dayînin."
Ji şêniyên gund Suat Çoban jî got ku dema legleg hatin gundê wan dinya xweş bû û wiha pê da çû: "Bi salan e ew tên gundê me û em êdî hînî wan bûne û ji wan hez dikin. Heya ji destê me tê em bo wan xwarinê datînin."