Koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzirom, Wan, Elezîz û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e
Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Şanlıurfa
Koçerên ji bo heywanê xwe biharê li zozanên Herêma Rojhilatê Anadoluyê cî digerin ji ber sermayê tên Şanliurfayê.
Koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzirom, Wan, Elezîz û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e.
Malbatên koçer li herêmên curbecur ên bajêr ji xwe ra kon vegirtine wê mehên zivistanê û qismekî biharê di wan konan da derbas bikin. Jiyana koçberî ji perwerdehiyê bigir heta tenduristî, ji wê bigir heta teknolojî û jiyana civakî bi xwe ra dibe sedema ji gelek tiştan bêpar mayînê.
Xwediyên keriyên pez û dewaran bi sedan serî heywan xwedî dikin emrê xwe bi şivanî û gavantiyê derbas dikin.
Jiyana koçeran ya rengîn û zehmet
Malbatên ku li Şanliurfayê koçertiyê dikin zivistanê li deştên Şanliurfayê heywanên xwe diçêrînin, lê dema ku hewa germ dibe heywanan dibin herêma Qerejdaxê û li wir diçêrînin.
ŞANLIURFA - Koçerên ji bo heywanê xwe biharê li zozanên Herêma Anadoluya Rojhilatê cî digerin ji ber sermayê tên Şanliurfayê. Koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzirom, Wan, Elezîz û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e. ( Halil Fidan - Anadolu Agency )
Koçeran îsal ji ber sermayê çûyîna zozan û herêmên din paş de avêt.
Ji koçeran Alî Arikê 72 salî daxuyanî da nûçegijhanê AAyê û got ku wî 11 zarok û qasî 50 nevî hene û hemû jî bi karê heywandariyê ra mijûl in.
Arik got ku heywandarî karekî zor û bi zehmet e û wiha axivî:"Îsal li herêmê baran xweş barî. Hemû heywan li derva ne û diçêrin. Karê me serê sibê dest pê dike. Di saet 09.00an da em şîrê xwe didoşin. Jinên me vî şirî dikine mast û penêr. Piştî nîvro em berxên wan berdidinê. Karê me zor e lê em bi kêf karê xwe dikin. Em di meha kanûnê da hatin vê derê. Divê em hetan niha ji vir biçûbana lê ji ber rewşa hewayê me çûyîna xwe 15 rojan paş de avêt. Înşellah em ê piştî 2 hefteyên din ber bi zozanên Karliovaya navçeya Bîngolê birêkevin."