Türkan Tosun
15 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
Li Bidlîsê berhevkirina tûtinê ya ku ji bo debara gel gelekî girîng e dest pê kir.
Li bajêr ji ber ku şirketên taybet êdî tûtinê dikirin welatî jî cotkariya titûnê dikin û bi kedeke mezin dixebitin.
Qasî 5 meh ewil titûn hat reşandin, hat avdan û niha jî jin bi hev ra berhev dikin û titûnê zîha dikin.
Piştî vê kar û barên zehmet ew titûnê difroşin.
Li Bidlîsê berhevkirina tûtinê ya ku ji bo debara gel gelekî girîng e dest pê kir. ( Ahmet Okur - Anadolu Agency )
Serokê Odeya Ziraetê yê Hîzanê Erkan Durmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr 100 cotkar karê titûnê dikin û wiha axivî:
"Ev cotkar qasî 15 ton titûnê bi dest dixin. Jin vî karî dikin. Ev kar 7 mehan dewam dike. Niha li 16 gundan titûn tê reşandin. Bi 100 cotkaran ra peyman hatiye kirin. Cotkar bi şirketên taybet ra peymanê çêdikin. "
- "Karekî zehmet e"
Bahar Aydina vî karî dike jî got titûn karekî zehmet e û wiha axivî: "Em çape dikin. Paşê em kulîlkên li serî vekirine yek bi yek berhev dikin. Paşê em kom dikin û ji bo zer bibe em bendê dimînin. Paşê em yek bi yek radixin û zîha dikin. Paşê em kom dikin û jêdikin. Dema em vî karî dikin em zehmetiyê dikşînin. Em debara xwe wiha dikin. Bi firoatina wan em malbata xwe xwedî dikin."