Givîja fêkiya çiyan ji bo gundiyan deriyê dahateke din e
Malatya
Li Darendeya navçeya Meletiyê welatiyên ku li gundan dijîn, li serê çiyan givîjan berhev dikin, difroşin û piştgiriyê didin aboriya mala xwe.
Şêniyên taxa Aşagiulupinarê bi traktoran dertên serê çiyan û 4 cure givîjan berhev dikin û difroşin.
Bi givîjê reçel, marmelat û sirke tê çêkirin û li gor baweriyê ev fêkî ji bo nexweşiyên qelb, tansiyon û mîdeyê baş e.
Ji gundiyan Murat Kul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê da eleqeya ser çavkaniyên şifayê yên siruştî zêdê bû.
Kul diyar kir ku li gor baweriyê givîj çavkaniya şifayê ye û wiha dewam kir, "Em payîzê bi malbatî dertên serê çiyan û heta 4-5 tonî givîjan berhev dikin. Em ji givîjê marmelat, pestîl û sirkeyê çêdikin. Em hem li bazarê difiroşin, hem ji bajarên mezin ên weke Stenbol û Enqereyê ra dişînin. Di pêvajoya pandemiyê da rexbeta ser givîjê zêde bû. Qasî ku em dizanin givîj ji bo nexweşiyên qelb û tamaran, nexweşiyên mehdeyê û nexweşiyên hilmijê ra baş e."
Kul wiha dewam kir:
"Givîj li serê çiyayên gundê me, dêmî hêşîn dibe, bi temamî organîk e. Em 20 kîlomêtreyî dertên zozanan û serê sibê di hênikahiyê da berhev dikin. Tucar êvarê kîloya wê di navbera 5-7 lireyî da ji me dikirin. Ew jî li bazaran kîloya wê di navbera 10-12 lireyî da difroşin. Givîj li cihên bilind çêdibe. Diriyê dara wê hene. Berhevkirina wê bi zehmet be jî payîzê ji me ra dibe deriyê dahateke baş."