İbrahim Toprak
15 Sibat 2022•Rojanekirin: 16 Sibat 2022
Gurbet Aslana ji zarokatiya xwe pê va dixebite bi piştevaniya dewletê li bajarê Batmanê atolye vekir û niha 22 kes li cem dixebitin.
Aslana dayika 3 zarokan bi piştevaniya KOSGEB, ÎŞKUR û Şaredariya Batmanê gihîşt mirazê xwe.
Aslanê bi piştevaniya KOSGEBê tevlî perwerdehiyê bû belgeya veberhênaniyê hilda û li Navenda Pêşvebirina Kar ya Jinan ku Şaredariya Batmanê jê ra cî temîn kir, atolye vekir.
- "Em bi xwe çêdikin"
Aslanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji zarokatiya xwe vir va di nav karê tekstîlê da ye û ev kara kiriye.
Aslanê destnîşan kir ku piştî zewicî navber da xebatê lê 5 sal berê ji bo xebatê careke din biryar da û xwest bibe xwedî karê xwe.
Di berdewamiya axaftina xwe da Aslanê got ku wê li ser dezgehan tişt firot û wiha domand: "Ji bo damezrandina atolyeya tekstîlê min serî li saziyên dewletê da. Min xwest ji derfetên dewlet pêşkêş dike îstifade bikim. Min bi beşên eleqedar ên Walîtî, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Batmanê û Şaredariyê ra hevdîtin kirin. Ji KOSGEBê belgeya xwe ya veberhênaniyê hilda û di dawiyê da jî atolyeya xwe damezrand. Ez niha ji saziyên din ra dixebitim û karê xwe jî dikim."
- "Heke jin bixwaze dikareji heqê her tiştî bê der"
Aslanê got ku ew dixwaze di karê xwe da pêş va biçe û wiha domand:
"Ez dixwazim marqeya xwe çêkim û ewilî bifiroşim nav welêt û paşê jî îxracî dervayî welêt bikim. Heke jin bixwaze dikare ji heqê her tiştî bê der. Niha li atolyeyê 19 jin bi tevahî 22 kes bûn xwedî kar û dixebitin."