Jiyan

Ji zeviya giloran ber bi Şampiyoniya Ewropayê

Li Milazgirê Mihrîban Onera 3 sal berê bi saya mamosteyê xwe yê werzişê dest bi atletîzmê kir him di zeviyên giloran da alîkariya malbata xwe dike û him jî ji bona şampiyoniyên Ewropa û Balkanan ji bo bikeve Tîma Neteweyî ya Krosê dixebite.

Nihat Kavşut  | 12.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Ji zeviya giloran ber bi Şampiyoniya Ewropayê

Muş

Li Milazgira navçeya Mûşê Mihrîban Onera 3 sal berê bi saya mamosteyê xwe yê werzişê dest bi atletîzmê kir him di zeviyên giloran da alîkariya malbata xwe dike û him jî ji bona şampiyoniyên Ewropa û Balkanan ji bo bikeve Tîma Neteweyî ya Krosê dixebite.

Mihrîban Onera li Lîseya Sporê ya Mûşê xwendekara pola 12an e ji bona di pêşbaziyên navneteweyî da Tirkiyeyê temsîl bike ji dil û can dixebite.

Mihrîban Oner dawiya hefteyê li gundê Mollabaqî ji bona alî malbata xwe bike li heywanan dinihêre û di zeviya giloran da dixebite û nav hefteyê da jî bi antrenora xwe ra li Stadyuma Bajêr dikeve antrenmanê.

Mihrîbana ku heta niha ji pêşbaziyên beşdar bûye gelek madalye qezenc kiriye ji bona şampiyoniyên Ewropa û Balkanan ji bo bikeve Tîma Neteweyî ya Krosê ku wê 19ê Cotmehê li Sakaryayê bê kirin, dixebite.

Mihrîban Onerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir ku dixwaze di şampiyoniyên Ewropa û Balkanan da bikeve dereceyê û got ku hedefa min a sereke jî olîmpiyat in.

Onera dawiya hefteyê alîkariya malbata xwe dike wiha axivî: "Ez li gund karên malê dikim û li heywanan dinihêrim. Li nav zeviyê giloran kom dikim. Di nav hemû karan da antremanên xwe jî dikim. Di nav hefteyê da piştî dibistanê li Stada Bajêr ya Mûşê dikevim antremanê. Malbat û antrenora min her dem alîkariya min dikin. Dixwazim di hilbijartinên pêş da bi ser bikevim û madalyeyên nû qezenc bikim."

Mihrîban Onerê diyar kir rojê 20 kîlomêtro dibeze û wiha got: "Li gor bernameya ku antrenora min çêkiriye dixebitim. Li gund wexta vala dibim derdikevim ser helan û giran û kondîsyona xwe zêde dikim."

Emel Koçlardana antrenora Mihrîbanê destnîşan kir werzîşvaneke jêhatî ye û got ku loma jî di pêşbaziyên beşdar dibe da bi ser dikeve.

Koçlardanê diyar kir bi werzîşvana xwe serfiraz dibe û wiha axivî: "Mihrîban di gelek pêşbaziyên da ket dereceyê. Antremanên xwe piştguh nake. Dawiya hefteyê alîkariya malbata xwe dike û di zeviyan da dixebite. Di nav hefteyê da jî em bi hev ra dixebitin."

Kerem Onerê bavê Mihrîbanê diyar kir bi keça xwe serfiraz dibe û got ku di gelek pêşbaziyan da bi ser ket û em ji ber serkeftinên wê kêfxweş dibin.

Oner destnîşan kir Mihrîban dawiya hefteyê tê cem malbatê û dixebite û got ku ji bona komkirina silq û giloran alîkariya me dike, em ê her dem piştgiriyê bidin wê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.