Şêniyên gundê Urunverena li ser navenda Elazigê di xaniyên bi sedan salan e hene û li ber hilweşandinê ne de dijîn, kal û pîrên dil nakin ji warê bav û kalên xwe derbikevin ji TOKIyê dixwazin ku bila ji wan re "gundbajar" ava bike.
Ji sala 1500î heta niha li gund jiyan heye lê ji salê 1970yî vir ve ji ber perwerdehî û aboriyê ciwanên gund koçî bajarên mezin kirin û ji ber vê jî li gundê ku 50 xanî lê hebûn niha bi tenê 17 malbat dijîn. Emrê piraniya şêniyên gund jî ji ser 50yî re ye û kal û pîr in. Welatiyên ku gundê xwe terk nakin di xaniyên xwe yên ji kerpîç û li ber hilweşandinê de ne dijîn.
Mixtarê gund Samî Çay (46) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî ciwanan ji gund çûn, kar û barên giran li ser pişta kal û pîran man û wiha pê de çû: "Kal û pîr nikarin xaniyên xwe temîr bikin. Xaniyên wan li ber hilweşandinê ne. Bi sala ye ku li vê derê dimînin û naxwazin xanî û gundê xwe terk bikin.
- Bi navbeynkariya TOKIyê dixwazin gundê wan ji nû ve bê avakirin
Çay destnîşan kir ku ji gundê Urunverenê nêzî 300 malbat li derveyê gund in û yên ku ji wan teqawîd bûne dixwazin vegerin gundê xwe lê ji ber ku xanî tunene nikarin vegerin.
Mixtarê gund ragihand ku di çarçoveya projeya gundbajar de serî li TOKIyê dan ku bila gundê wan ji nû ve bê avakirin. Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo 80 malan erazî da wan û niha li benda mizgîniya ku dewlet ji wan re bişîne ne.
Ji şêniyên gund Hukmu Genç (67) diyar kir ku gundê wan di nav gundên derdorê de gelekî mezin e û malbatên ku çûne jî dixwazin vegerin ser malê xwe lê xanî ji bo wan tuneye.
Kemal Daghan (78) jî ragihand ku ew hînî gund, kar û barên vê derê bûne û ji ber vî jî nikarin ji gundê xwe derbikevin.
Gundî dixwazin ku bila TOKÎ di çarçoveya projeya gundbajar de gundê wan ji nû ve ava bike.