22 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
VAN
Şaredariya Başkaleya navçeya Wanê ji ber xebatên xwe yên xizmeta paqijkirinê tê pîrozkirin.
Cîgirşaredar Abdulselam Ozturk ligel xizmetên din, hemleya paqijkirin û berhevkirina zibil da destpêkirin.
Ekîbên şaredariyê li 127 taxan di nava 2 mehên dawîn da qedera 200 tonî zibil kom kirin. Di karên berhevkirina zibil da yek jê wesayita paqijkirinê, 6 wesayit û 20 personel dixebitin.
Ozturk di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku digel berfirehiya qada xizmetê û belawelabûna nifûsa navçeyê, şaredarî xizmetên xwe dereng naxe.
Herwiha Ozturk ji welatiyan taleb kir ku hesas tevbigerin da ku navçe paqij bimîne.
Welatiyan jî destnîşan kir ku ji xizmetên şaredariyê xweş in.