21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
MALATYA
Seba Meletî, Adiyaman, Elazig, Tuncelî û Bîngolê hişyariya cemed û seqemê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, tê pêşbînîkirin ku li Meletî, Elezîz, Adiyeman û Bîngolê hewa dê kêm ewrayî, li Tunceliyê jî ewrayî be.
Herwiha li gorî texmînê di pileya germahiyê da guhertineke giring dê çênebe.
Dîsa hat destnîşankirin ku li tevahiya herêmê bi şev û ber destê sibê dibe ku cemed û seqem û herwiha mij û xumam çêbe.
Ji welatiyan hat xwestin ji bo ku rewşeke nexweş neqewime, hişyar û baldar bin.