Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya berf û aşîtê
Van
Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê û aşîtê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be û berfê bibare.
Berfê şeveqê li Wan û Hekariyê barîna xwe zêde bike, li dora Bidlîsê jî piştî nîvro tesîra xwe zêde bike.
Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyên bakur û rojhilatê ra rabe.
Li herêmê ber destê sibê û bi şev cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe.
Di nav rojê da germahiya hewayê ew ê li Hekariyê 3, li Wanê 2, li Bidlîsê di binê sifirê da 2 li Mûşê di binê sifirê da 4 pile be.
Rayedaran hişyarî dan ku bira welatî ji berpalan dûr bisekinin, ji bo aşîtê baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.