Jiyan

Li Qersê du mamosteyên ji ber berf û pûkê di rê da man hatin xilaskirin

Cüneyt Çelik  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 16.01.2022
Li Qersê du mamosteyên ji ber berf û pûkê di rê da man hatin xilaskirin

Kars

Li Qersê du mamosteyên ku ji ber berf û pûkê di rê da mabûn ji alî ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê va hatin xilaskirin.

Li bajêr ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê dibistan ji bo îro hatibûn tetîlkirin û du mamosteyên jin ên ku li gundê Gudeliyê wezîfedar bûn jî li ser tetîlê bi wesayîta xwe ya taybet va xwestin vegerin navenda bajêr.

Lê ji ber zêdebarîna berfê herdu mamoste tevlî wesayîta xwe di rê da man û alîkarî xwestin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr hatin cihê mamoste lê mane piştî xebatên bi qasî 2 saetan wesayît anîn cihekî bikaribe lê bi rihetî here û herdu mamoste jî careke din li wesayîta xwe siwar bûn û çûn.

Ji ber ku rê şemetokî bû hin şofêran zincîr avêtin ser tekerên wesayîta xwe û wisa dewam kirin.

Ji şêniyên gund Oktay Metîn destnîşan kir ku li herêmê berf û pûk zêde bi tesîr e û wiha domand: "Rêyên me hatin girtin û bi kepçeyê rêya me vekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın