30 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
HATAY
Komeleya Beşîr ji 4 hezar malbatên li kampa Kemmûne û Der Hassen ên li dewrûbera Îdliba Sûriyeyê ra xurekê germ dişîne.
Yek cure xurekê ku li aşxaneya Şaredariya Reyhanliyê ji aliyê 8 peywirdarên komeleyê va tê çêkirin, bona sifreyê malbatên ku li kampan dimînin tên şandin.
Xurekê germ ê ku ber destê sibê amade dikin, dixin hundirê qoşxaneyan, li kamyonetê bar dikin û ji ser Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ra dişînin kampên li Îdlibê.
Berpirsê Komeleya Beşîrê yê Aşxaneyê Levent Oz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew timî alîkariya malbatên ji Sûriyeyê dikin.
Oz diyar kir ku ew hewl didin xwarina germ bigihînin malbatên li herêmê û wiha pê da çû:
"Em li aşxaneya li Reyhanliyê 8 personel dixebitin. Xwarina ku em li vir amade dikin, bêyî ku wext derbas be, em dişînin kampa Kemmûne û Der Hassen ên li dewrûbera Îdlibê ku qedera 4 hezar malbat lê ne. Piçek be jî em dixwazin ji birînên van malbatan ra bibin derman."