11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bihar hat lê hewa hê jî baş germ nebûye. Gelek mêşên hingiv ji ber ku zû ji xewa zivistanê hatin rakirin û hewa baş germ nebûye, telef bûn.
Herçiqas li herêmê bihar hatibe jî hewa hin caran hê sar e û car caran berf dibare. Sermayê tesîreke nebaş li ser mêşvaniyê kir.
Li gundê Karahamzaya girêdayî navçeya Selîmê ya Qersê Hîkmet Yilmazê ku mêşvaniyê dike ji ber ku mêşên xwe zû ji xewa zivistanê rakir 30 kewar mêşên wî telef bûn.
Yilmaz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku zivistan îsal çetin derbas bû û vê jî tesîreke nebaş li ser mêşvaniyê kir.
Yilmaz got ku dema bihar hat wî mêşên xwe derxintiye derva û wiha dewam kir: "Me 5 mehan mêş di hundir de hiştin. Em mêşan nabin herêmên rojavay, li vir li gor derfetên xwe em di hundir de xwedî dikin. Zivistan îsal çetin derbas bû, ji ber vê di kewaran de kefik çêbû, rutûbet çêbû. Ji ber sermayê mêş bêhereket man û telef bûn. Ez ji sala 1985an vir va mêşvaniyê dikim, berê jî mêşên me miribûn lê di sala 2014an de û îsal zêdetir mêş telef bûn."
Yilmaz got ku mêşê hin kesên din jî telef bûne, ewê bi mêşên nû kewarên nû ve dîsa karên xwe bimeşînin.