Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
KARS
Li Qersê welatî hespên xwe yên di barkişandin û çandiniyê de didin xebatê rojê sê danan dişon ku ew hênik bibin.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa germ e û tesîrê li ser hespan jî dike.
Hin caran germahî digihîje 35 pileyî, hespên bar dikşînin jê aciz dibin. Ji ber vê xwediyê hespan rojê sê caran li ber derê xwe avê li hespan dikin û wan dişon ku hesp hênik bibin.
Şenay Vanliyê xwedî hespan e ji nûçegihanê AAyê ra got di rojên dawîn de hewa pir germ e, çawa ku însan ji ber germê aciz dibin, heywan jî aciz dibin.
- "Em rojê sê caran wan dişon ku ew hênik bibin"
Vanli got ew hespan di barkişandin û zeviyan de didin xebatê û wiha dewam kir: "Ew pir diwestin, xwêdan didin û hin caran jî nexweş dibin. Çawa ku mirov xwedan didin, diwestin û paşê serê xwe dişon rehet dibin ew jî wisa. Em rojê sê caran wan dişon ku ew bêhna xwe bidin û hênik bibin. Heke em wan baş xwedî nekin ew jî nikarin baş xizmetê bidin me."
Nehîr Yenîce jî got ew qîmetê didin hespan û wiha axivî: "Em serê sibê bi erebeya hespan va gîhayê dikşînin, ji daristanê qozeyan tînin. Ji ber ku hewa germ e, heywan xwêdan didin û diwestin. Em jî hespên xwe dişon ku ew hênik û rehet bibin."