Şanoger û Sînemager Zekî Alasya Goristana Zîncîrlîkûyûyê hat definkirin.
Alasyayê ku ji kezeba xwe nexweş bû û ji 22yê nîsanê vir ve, li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, roja înêya borî çûbû ber rehma xwedê.
Merasima cinaze nîvrokî li Mizgefta Leventê hat kirin. Kesên ku beşdarî merasimê bûn, sersaxî dan xanima wî Julîde Atak, qîza wî Zeynep Alasya û xanima wî ya berê Oya Mella.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, alîkarên giştî yên CHPyê Akîf Hamzaçebî û Sezgîn Tanrikûlû, parlementerê CHPyê yê Stenbolê Mahmût Tanal, Serokê Şaredariya Şîşliyê Mustafa Sarigul, Namzedê Parlmenteriyê yê HDPyê Celal Dogan, Kadîr Înanir, Tarik Akan, Melek Baykal, Edîp Akbayram, Orhan Gencebay û xanima wî Sevîm Emre, Metîn Akpinar, Mujdat Gezen, Nûrî Alço, Yonca Evcîmîk, Halît Kivanç, Alîşan, Çağla Şîkel, Kûbat, Zafer Ergîn, Şevket Çorûh, Ozgur Ozan û Nevra Serezlî beşdarî merasimê bûn.
Di vê navberê de, di nav de Wezîrê Turîzm û Çandê Omer Çelîk, Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş û Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek gelek kesên din jî çelenk şand merasima cinaze.
Cinazê Alasya piştî nimêja cinazeyê, anîn Goristana Zîncîrlîkûyûyê û li vir defin kirin.