Polîtîka

Şanogerên dahatûyê li dibistana gund perwerde dibin

Aysel Osuza li gundekî Şanliurfayê mamostetiyê dike di dibistana ku lê wezîfedar e dika şanoyê ava kir û hewl dide şanogerên pêşerojê ji vî gundî derkevin

Türkan Tosun  | 13.12.2018 - Rojanekırın : 18.12.2018
Şanogerên dahatûyê li dibistana gund perwerde dibin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Aysel Osuza li Karakopruya navçeya Şanliurfayê mamostetiyê dike li dibistana ku lê wezîfedar e dika şanoyê ava kire û bi vê şanoyê hewl dide hunermendên pêşerojê bigihîne.

Tayîna mamoste Ayselê 4 sal berê derkete gundê li taxa Başorena navçeya Karakopruyê.

Mamosteya gund li ser medyaya civakî peyam ji hunermend û karsazan ra şand da ku ew piştgiriya wê bikin ku ew dibistana 33 salî nû bike.

Bi piştgiriya xêrxwazan mamoste Ayselê li dibistanê pirtûkxaneyek ava kir, mase û sandalyeyên nû kirîn, li baxçeyê dibistanê parka lîstikê da çêkirin, dîwarên polan boyax kir û li fêrgehan xalîçe raxistin.

Xebatên wê ji hêla xwendekar, malbat û mamosteyên din va hatin pejirandin û ew par di roja mamosteyan da wek "mamosteya salê ya bajêr" hat hilbijartin û li Koşka Çankayayê bû mêvana Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim.

Ji bilî van xebatan Osuzê li dibistanê şanoyek ava kir, cil û bergên şanoyê stend û ew hewl dide şanogerên dahatûyê ji vî gundî derkevin.

- "Mamosteyek divê tu carê rewşên nebaş ji xwe ra neke hincet"

Aysel Osuzê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew mamostetiyê pir hez dike, hewl dide şert û mercan biguherîne û wiha axivî: "Di zanîngehê da xeyaleke min hebû ku ez xwendekarên xwe di her qadê da pêşva bibim. Ji ber vê min lojmana dibistanê ya ku nayê bikaranîn wek atolyeya hunerê ava kir. Mamosteyek divê tu carê rewşên nebaş ji xwe ra neke hincet. Mînak maseyên me yên atolyeyê tunebûn me kaseyên fêkî û sebzeyan bi kar anîn. Bi vî awayî me gelek xebatên baş kirin."

Osuz got piştî xebatên şanoyê zarokan zêdetir dersên xwe hez kirine, serkeftî bûne û wiha dewam kir: "Piştî ders xilas dibin ez perdeya reş a ku me li ser dîwar ra berdaye dikşînim û pola me dibe dika şanoyê. Zarokên min jî bi cil û bergên xwe va dilîzin. Zarokên hinekî şermoke bûn piştî şanoyê hinekî xwe bawer bûn, dixwazin di şanoyê da bilîzin. Tesîreke erênî li ser xwendekarên me yên ji Sûriyeyê ne jî çêbû, ew pir kêfxweş in. Ez jî li gund hatim dinyayê û li wir mezin bûm. Ji ber vê ez van zarokan baş fêm dikim û dixwazim ew xwe pir pêşva bibin. Ew hewes û hewldana wan hêviya min mezin kir. Kî dizane dibe ku ji vê dibistana ku bi tenê poleke wê heye hunermendên serkeftî wê derkevin. Înşallah bibe nesîb ku ez vê kêfxweşiyê bibînim."

- Xwendekar û malbat pir kêfxweş in

Xwendekara pola 3yem a Ecrîn Badilli kêfxweşiya xwe ya şanoyê anî ziman û wiha got: "Ez niha lîstika 'Keçika Kumsor' dilîzim. Pir xweş e. Ez dixwazim him di qada perwerdeyê da û him jî di şanoyê da xwe pêşva bibim."

Xwendekara ji Sûriyeyê Lîza Soroya ji Helebê hatiye Tirkiyeyê jî got ew li vir xerîbiyê nakşîne û wiha axivî: "Ez li vir Tirkî hîn bûm. Mamosteya me Ayselê li dibistanê şano da destpêkirin. Bi saya van lîstikan ez hewl didim rûyê biêş yê şer ji bîr bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.