Jiyan

Hosteyê dîzikan ê Sûriyeyî karê bav û kalê xwe li Bîlecikê didomîne

Hosteyê dîzikan ê Sûriyeyî Hiseyîn Nassanê 30 salî ku ji ber şer û pevçûnên li welatê xwe hat Tirkiyeyê dev ji jiyanê berneda û karê bav û kalê xwe li Bîlecikê didomîne

Abdullah Tel  | 12.12.2019 - Rojanekırın : 16.12.2019
Hosteyê dîzikan ê Sûriyeyî karê bav û kalê xwe li Bîlecikê didomîne

Bilecik

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê gelek kes ji cih û warê xwe bûn, hosteyê dîzikan Hiseyîn Nassanê 30 salî jî ji wan kesan yek e.

Hosteyê Sûriyeyî 2 sal berê ji ber şer û pevçûnên li welat xwe spart Tirkiyeyê û bi karê ji bav û kalê xwe hîn bûbû jiyana xwe li Pazaryeriya navçeya Bîlecikê didomîne.

Nassanê 30 salî yê ku berê li Îdlibê rûdinişt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan ji xwe ra li Bîlecikê ji nû va dest bi heyatê kir û wiha pê da çû: "Di nav şer, pevçûn û bombeyan da 5 salên me derbas bûn. Min gelek tiştên xerab dîtin û xizmên min mirin. Febrîqe teqiyan, bazirganî nema. Şer tiştekî gelekî xirab e. Ji ber zextan êdî me zêde li ber xwe neda û ji ber ku heyata me di talûkê da bû me xwe spart Tirkiyeyê."

Ciwanê Sûriyeyî destnîşan kir ku li Bîlecikê ji bo debara malbata xwe bike li kar û baran mêze kir bi taybetî jî li ser înternetê bala xwe da ser karên dîz û dîzikan û wiha domand: "Ez pê hesiyam ku li gundê Kinikê karê dîz û dîzikan hê jî dewam dike. Li ser vê ez hatim vê derê û min ji xwe ra kar dît û hê jî dixebitim. Ev kar ji kal û bavê min ji min ra ma û 15 sal e ku ez vî karî dikim. Ez ji karê xwe û ji Tirkiyeyê pir hez dikim."

- "Him ew nan dibe mala xwe û him jî em qezenc dikin"

Emîn Arslanê ku xwediyê dikanê ye û ciwanê Sûriyeyî li cem dixebite jî destnîşan kir ku ew 35 sal e vî karî didomîne û wiha pê da çû: "Li Kinikê ji ber ku êdî şagird nagihêjin hosteyên bi vî karî dizanin gelek kêm in. Hiseyin hat cem min û wî ez dîtim, me nasiya xwe da hev. Min ew roj ew da xebitandin û jê ra got ku ka çêke û wî jî çêkir. Paşê tiştên mezin jî çêkir."

Arslan got ku Nassan digel ciwaniya xwe di karê xwe da xwe gelekî pêşva biriye û axaftina xwe wiha domand: "Ev du sal e ku em bi hev ra dixebitin, him ew nan dibe mala xwe û him jî em qezenc dikin. Ji bo kurê min jî hosteyekî baş e û hûrgiliyên vî karî jî pê dide fehmkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.