Serdar Adıyaman
07 Nîsan 2023•Rojanekirin: 14 Nîsan 2023
Li Xelata navçeya Bidlîsê hosteyê darniqirandinê Osman Gulsar ji qiloçên beranan ji bo mal û ofîsan berhemên curbecur ên dekoratîf çêdike.
Gulsarê 53 salî ev 30 sal e dar û berheman bi neqş û nîgarên ji heyama Selçûqî û Osmanî dineqişîne.
Ji ber ku di karê xwe da zêde pêş ketiye û dixwaze berhemên nû çêbike jî berê xwe da ser qiloçên beranan.
Gulsar ji herêmê qiloçên beranan ên sor temîn dike, wan paqij dike û paşê ji wan aksesuarên curbecur ên wek lemba, guldank û pênûsdank çêdike û difiroşe.
Gulsar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi keda milê xwe berhemên xwe çêdike û wiha domand: "Berhemên ez çêdikim li mal û ofîsan bi rihetî tên bikaranîn. Em li ser daran neqşên ji heyama Selçûqî û Osmanî mane dineqişînin. Ez ji qiloçên beranan ên sor jî berheman çêdikim û difiroşim."
Di axaftina xwe da Gulsar ragihand ku zehmetiya çêkirina qiloçan zêdetir e û jê berhemek çêkirin bi qasî roj û nîvekê dewam dike.
Gulsar ji eleqeya ji bo berhemên ji qiloç tên çêkirin jî razî ye.