İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Li Klînîka Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Bîngolê hestî neqlê baskê qertelê ku li çolê birîndar hat dîtin, kirin.
Qertel çendek berê ji aliyê welatiyan va li nav zeviyê birîndar hat dîtin û ji bo tedawîkirina wê welatiyan teslîmî Klînîka Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Bîngolê kir.

Li klînîkê Endamê Hîndekariyê Dr. Samî Unsaldi qertel miane kir û di baskên wê da şikest tesbît kir û teyr hat emeliyetkirin. Unsaldi û ekîba wî hestî neqlê baskê teyrê birîndar kir.
Unsaldi daxuyanî da û got ku teyr demeke dirêj li çolê birçî dimînin û dema ku difirin dikevin û birîndar dibin.
Unsaldi daxuyand, dema ku teyr anîn, halê wî tunebû û wan bi xidayên bivîtamîn û serumê va teyr xwedî kir û wiha dewam kir:
"Teyr hinekî bi ser xwe da hat û me paşê hilda emeliyetê. Me hestiyê heywaneke hişkbûyî kir şûna hestiyê ku şikestî. Ev teknîka min bi xwe ye, em jê ra dibêjin 'manşona hestî'. Ji ber ku me li gorî hestiyê din ê şikestiye hestiyek nedît, me pîna metal kir şûnê. Teyr wê salekê di binê kontrola me da be û em ê paşê azad bikin."