Hesreta welêt a pîrika ji Sûriyeyê
Sebha el-Esweda 85 salî ya ku bi zorê ji herêma di kontola PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê da dabûn koçkirin got daxwaza wê ew ê ku dîsa bigihêje erdê ku lê hatibû dinê û merzelê herdu kurên xwe û mêrê xwe ziyaret bike.

Şanlıurfa
ŞANLIURFA
Sebha el-Esweda 85 salî ya ku bi zorê ji herêma di kontola PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê da dabûn koçkirin got daxwaza wê ew ê ku dîsa bigihêje erdê ku lê hatibû dinê û merzelê herdu kurên xwe û mêrê xwe ziyaret bike.
Esweda maxdûra şer ji vir 2 sal berê mecbûr ma bi eqrebeyên xwe ra di şert û mercên dijwar da ji Suluka bajaroka Tel Ebyada navçeya Reqayê koçî Tirkiyeyê kir. Eswedê ligel emrê xwe yê mezin merzelê herdu kurên xwe û mêrê xwe li Sulukê hîşt û hat li Şanliurfayê bi cî bû.
Her tim daxwaza jinika pîr ew e ku vegere cî û warên xwe lêbelê ji ber ku rêxistina terorê destûrê nade nikare vegere. Esweda pîr bi kur, bûk û neviyên xwe ra di konê ku wergirtin da jiyana xwe didomîne.
Sebha el-Eswed ji ber ku pîr bûye di axaftin û meşandinê da tengasiyan dikişîne, daxwaza wê jî ew e ku carekî dîsa erdê ku lê hatiye dinyayê bibîne û merzelê eqrebeyên xwe ziyaret bike.
Esweda pîr dema qala mal, navçe û serpêhatiyên xwe yên li wê derê kir kelogirî bû û got ku ew ê bi wan kesên ku ev tiştan anîn serê wan ra li cem Xwedê hesabê xwe bibîne.
Eswedê diyar kir ku di nav tunebûnê da jiyana xwe didomînin û ev ji bo wê zehf jî girîng nîne, lê dixwaze ku di demeke kin da vegere welatê xwe.
Sebha el Eswedê wiha got:
"Berê teyareyên rejimê di ser aliyan da bombe barandin. Gelek însan mirin, 2 kurên min di bombebaranê da mirin. Paşê DEAŞ derket, wan jî gelek zilm anî serê merivan. Hê dem ji ser ra derbas nebibû vê carê PYD/PKK hat herêma me zeft kir. Em şa dibûn ku DEAŞ çû vê carê vana me ji malên me kirin. Destûr nedan ku em tu tiştekî xwe hildin, me heywanên xwe hîşt û em derketin rê. Xwedê jê razîbe Tirkiye yê li me xweyîtî kir. Ev du sal e em dibêjin ha îro vegerin ha sibê vegerin. Ez zehf bîriya Sulukê dikim, her tim li ber çavên min e. Ez her tim ji Xwedê ra dia dikim ku carekî dîsa wê derê bibînim, mala xwe bibînim. Ez dixwazim ku merzelê kurên xwe û mêrê xwe ziyaret bikim. Êdî hal nema ku ez li ber xwe bidim."