Gola Uçkayayê her demsal bedew e
Gola Uçkakayê ku li Îdirê ye, raqima wê 1500 e û li ser rûyê wê, giravên piçûk ên cî diguherînin hene, bi erdnîgariya xwe ya di navbera çiyayên asê va dîmenên postkartan derdixe

Iğdır
Gola Uçkayayê ya li Îdirê bi bedewiya xwe ya di hemû demsalan va mirov hejmetkar dihêle.
Gola li gundê Uçkayayê ya li navçeya Tuzlucayê, li herêma çiyayî û asê, xwezayê dixemilîne.
Gola ku bi dar, dehl û nebatên celeb celebî yên li dewrûbera xwe va dîmenên wekî postkartan derdixe, hêjayî dîtin û temaşekirinê ye.
Gola ku raqima wê 1500 e û li ser rûyê wê, giravên piçûk ên cî diguherînin hene û her wiha ji hêla ekîba AAyê va dîmenên wê ji asîman hatin kişandin, li benda ziyaretvanên xwemalî û biyanî ye.
Şêniyê gund Sabri Sarcan di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gola Uçkayayê van axiriyan ji hêla gelek gerokî hat ziyaretkirin.
Sarcan diyar kir ku xwezahez zehf tên dîtina golê û wiha dewam kir, "Gola me ji wan golan e ku dorhêla wê dest pê neketiye û xirab nebûye. Em bangî hemû xwezahezan dikin ku bên dîtina vê golê. Ji bo wênegiran dîmenên zehf reng û newaze hene. Di nava golê da giravên ku soberiyê dikin hene. Van dawiyan gelekî eleqeyê dibîne, ji Îdir û parêzgehên dewrûberê ziyaretvan tên."