Rauf Maltaş
25 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2021
Girê Miraza ku weke navenda baweriyê ya herî kevin û herî mezin tê zanîn û di Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ye, bû lokomotîfa geştiyariyê ya Şanliurfayê.
Serokê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul, ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku Girê Miraza ya ku weke "Xala sifirê ya dîrokê" tê wesifkirin, her sal ji çar aliyên dinyayê serdana wê tê kirin.
Beyazgul destnîşan kir piştî ku beriya nuha bi 3 salan Girê Miraza kete Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê hê bêtir bal kişand ser xwe.

Beyazgul wiha axivî:
"Yên ku tên Şanliurfayê herî zêde dixwazin Girê Miraza bibînin. Şanliurfa bajarê dîrok, şûnwarnasî û geştiyariyê ye. Ketina wê ji bo nava Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê bû sedema ku bibe cihekî ji cîhanê ku herî zêde tê naskirin. Mêvanên ku têne bajêr herî zêde dixwazin Girê Miraza bibînin. Di pêvajoya dahatû de dê Şanliurfa rekora geştiyaran bişikîne."
- "Di nava turên kultûrî de li serî ye"
Cîgira Komeleya Geşepêdana Geştiyariyê li Şanliurfayê Endama Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Acentayên Geştiyariyê yên Tirkyeyê Rahîme Yaşar jî anî ziman ku ji ber pandemiyê li seranserê cîhanê tevgera geştiyaran gelekî kêm bûye û wiha pê de çû:
"Girê Miraza ji ber siruişta û dîrokîbûna xwe bi taybet di pêvajoya pandemiyê de di nava mekanên dorvekirî de cihê xwe girt. Tevî Girê Miraza li herêma me 3 cihên din di nava Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ne. 7 cih jî di lîsteya berwext de ne. Dema ew jî têkevin nava lîsta mayinde dê vêderê bibe navenda turên kultûrî de bibe sereke."