Çand û huner

Kopyeya stela li Girê Miraza dê li Qeterê di Kupaya Cîhanê da bê nîşandan

Yasin Dikme  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Kopyeya stela li Girê Miraza dê li Qeterê di Kupaya Cîhanê da bê nîşandan

Şanlıurfa

 Kopyeya Stela P18 a li Girê Miraza di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê da ye, dê li Qeterê di Kupaya Cîhanê FIFA 2022yan da bê nîşandan.

Di daxuyaniya nivîskî ya AŞya Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê da hat destnîşankirin, fealiyetên wan ên danasîna bajêr a di qada neteweyî û navneteweyî da didomin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê bajêr di Kupaya Cîhanê FIFAyê da jî bidin nasandin û wiha hat gotin, "Kopyeya nîvî piçûkkirî ya Stela P18 a li Girê Miraza di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê da ye, dê di Kupaya Cîhanê FIFAyê da bê nîşandan ku dê di meha mijdarê da dest pê bike. Di Kupaya Cîhanê da nasandina Girê Miraza, dê bibe yek ji gava herî bikêrhatî ya ji bo turîzma Şanliurfayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.