Halil İbrahim Sincar,Mehmet Sıddık Kaya,İbrahim Toprak,Abidin Yel,Ahmet Kaplan
30 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 02 Tebax 2021
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya ku ji 40 pileyî derbas bû û mirov perîşan bûn.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 15mîn a Meteorolojiyê hat hildan di rojên havînê da germahiya ku li herêmê di bin 40 pileyî da bû ber bi dawiya meha Tîrmehê bi qasî 4-5 pileyî zêde bû.
Di 20ê Tîrmehê da li herêmê germahiya herî zêde li Cizîrê 49,1, li Nisêbînê 47 û li Wêranşehirê jî 46,7 pile hatibû pîvandin.
Li herêmê jî germahiya herî zêde tê payîn ku li Diyarbekir û Rihayê 41, li Batmanê 40 û li Cizîrê jî di navbera 44 û 46 pileyan da be.
Kesên ji ber germa mirovan dibehecîne direvin xwe didin ber siyê, cihên hênik û deverên klîma û perwane lê hene û di germê da kesên herî zêde jî aciz dibin xebatkarên li ber tavê ne.
Bi qasî tê dîtin welatî di navbera saet 11.00 û 16.00an da dernakevin derva û kuçe û kolanên li wan deran bi piranî vala ne.
Turîstên xwemalî û biyanî jî ji bo ger û geştê li benda ber bi êvarê disekinin û piştî ku dinya piçekî hêînik dibe hê paşê derdikevin û zarokên li herêmê ne jî dikevin hewzên xemlê û kêf dikin.
Li Cizîra navçeya Şirnexê ji ber germahiyê piraniya esnafan dikanên xwe nava rojê digirin û li malên xwe bêhna xwe didin û ber bi êvarê tên ser karê xwe.