OSMANIYE
Haci Nûh Tufekçiyê ku li navçeya Kadîrliya Osmaniyeyê dijî, wek berdestî dest bi karê tenekecitiyê kir û ev 70 sal in bê navber vî karî dike.
Tufekçî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi eşq û şewq karê xwe dike û got ku ez tu car nefikirim teqawîd bibim, xebat min li ser xwe dihêle.
Tufekçî got ku ev 70 sal e tenekecitiyê dike, lê vî karî ji bo pereyan nake û wiha axivî:
"Ez bûm 86 salî. Min di 16 saliya xwe de dest bi kar kir. Ez ji bo pereyan naxebitim. Di min de eşqa xebatê heye. Her wiha ez dixwazim ku her dem di nav mirovan de bim, wextê xwe baş derbas bikim û ji vê yekê jî hez dikim. Ji bo vê jî ez ê heta dawiya emrê xwe bixebitim."
Tufekçî destnîşan kir ku wekî berdestî dest bi kar kir û digel temenê xwe bi eşq û şewq karê xwe dike, li kargeha xwe ya ku bi zergetava ewil re tê wir, aramiyê dibîne.
Ji xebatê netirsin
Tufekçî diyar kir ku ev 70 sal in heman karî dike, 7 kesan li ba xwe dide xebat û wiha axivî:
"Min bi pereyê ku ji vî karî qezenc kir 5 zarok xwedî kirin. Min tu carî negot 'xwezî min karek din bikira.' Ez tu carê nefikirîm ku li malê rûnim û nexebitim. Ez li kargeha xwe sobeyên nan, sobeyên serşokê, boriyên sobeyan, karên kewandinê, manqelên ku ji tenekeyê tên çêkirin dikarin peyda bikin. Çi kar dibe bila bibe divê mirov bi eşq û şewq karê xwe bike. Ez giham 86 saliya xwe lê wekî roja ewil karê xwe dikim. Li gor min divê tu pîşe winda nebe. Xebat mirov li ser xwe dihêle. Mirov divê qiymetê nede pereyan, divê mirov qiymetê bide mirovan."