ORDU
Jina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdoganê ji bo sê pîrikên hevalcêwî yên orduyî malek da çêkirin. Pîrên hevalcêwî di mala xwe ya nû de serma nakin û zivistana wan jî baş derbas dibe.
Emriye, Hacer û Hayriye Sari 82 salî ne û li gundê Yazlikê ya li ser navçeya Pêrşembeyê dijîn. Ev 10 meh in ku di mala xwe ya 53 metrokareyî de dijîn.
Hevalcêwî di mala xwe ya nû de ava germ bi kar tînin, sobeya xwe vêdixin. Makîna wan a cilşoyê, makîneya firaqşoyê û televîzyona wan jî heye. Walîtiya Orduyê ji wan re telefoneke bêrikê jî stendiye û ew ji halê xwe razî ne.
Ji hevalcêwiyan Emriye Sariyê nûçegihanê AAyê re wiha got: "Heta niha me roj nedîtibû. Emîne Erdoganê mala me da çêkirin û teslîmê me kir. Em sipasiya wê û yên din dikin. Xwedê ji her kesî razî be."
Hacer Sariyê jî wiha got: "Em dixwazin Emîne Erdoganê bibînin û sipasîya wê bikin. Heta niha me ew nedît. Daxwaza me ev e."
Qaymeqamtiya Pêrşembeyê jî ji bo hevalcêwiyan berdestiyek wezîfedar kiriye. Berdestiya hevalcêwiyan Emîne Sari jî got wiha got:
"Ez bi mehane pereyê xwe distînim. Her roj paqijiya malê dikim. Sobeyê vêdixim ku ode germ bibin. Li gor berê rewşa wan a niha aram e."