Ramazan Kaya
01 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2023
Bekir Çiklabuldukê 82 salî ji 10 saliya xwe pê va karê sîvanê dike û heta niha nêzîkî 50 kes li ber destê wî bûne hoste.
Bavê Çiklabulduk bi salan berê karê solçêkirinê hînî du kurên xwe yên mezin kiriye, karê sîvanê jî hînî wî kiriye.
Malbata wan di 1967an da koçî Stenbolê kiriye û ew bi salan li wir jiyane, sol çêkirine û firotine.
Çiklabulduk 10 sal berê vegeriyaye Qeyseriyê û di Xana Solçêkeran da ji xwe ra kargehek vekiriye.
Çiklabuldukê bavê 3 zarokan û sê neviyan ji nûçegihanê AAyê ra got heta emrê wî têrê bike ewê vî karî bike.

- "Ez tena serê xwe dixebitim"
Çiklabulduk anî ziman ku wê demê ev pîşe gelekî navdar bûye, lê niha ew nikare şagirtan bibîne û wiha axivî: "Em di 1967an da çûn Stenbolê. Me li Gedîkpaşayê dikanek vekir. Min wê demê rojê 120 sîvan çêdikir. Paşê ez vegeriyam Qeyseriyê û min li vir hunera xwe domand. Ez tena serê xwe dixebitim, li cem min şagirt tune ne. Berê 2-3 kes li cem min dixebitîn. Niha kar kêm e û ez rojê ancax 18-20 heban çêdikim. Ez xwe qet aciz nakim. Tu hewcedariya min jî bi kesî tune. Ez bi makîneyê û dezgaha xwe karê xwe dikim. Heke ez şagirtekî bibînim ezê bînim li cem xwe, lê kes tune. Min heta niha 40-50 kes hînî kar kir. Yek ji wan ji ber vîrusa koronayê mir. Wekî ku ewladê min bimre ez xemgîn bûm."
Çêrmên heqîqî û çêkirî bi saya makîneyê bi alavên tekstîlê va tên neqişandin û li gor modela solan tên amadekirin ku ji vî karî ra dibêjîn sîvanî.