Önder Beyter
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
ŞANILURFA
Li Bajarê Rihayê ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berê, hosteyên dawîn ên kurkê ku zivistanê mêr li xwe dikin da ku necemidin, hewl didin ku vî pîşeyê xwe bidomînin.
Li bajarê ku 30-35 sal berê qedera 200 hosteyên kurkê hebûn, îro jî bi tenê du hoste mane ku vê lîbasa ku taybet ji bo vê herêmê ye, çêdikin. Niha ev herdu hoste hewl didin ku ev pîşe wenda nebe.
Van hosteyan berê ligel Rihayê, kurkên ku çêdikirin dişandin Libnan, Sûriye, Iraq, Îran û Erebistana Siûdî jî. Lêbelê êdî hoste bi tenê li ser sîparîşan kurkan çêdikin.
Hosteyê kurkan Îmam Karadaşê 57 salî ku li Xana Dîrokî ya Kurkvanan hewl dide ku pîşeyê xwe bidomîne, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku ev kincekî fireh e ku bi qumaşê taybet tê çêkirin û herî zêde jî zivistanê kal li xwe dikin.
Karadaş ku ji hosteyên dawîn ên vê pîşeyê ye, got ku berê qedera 200 hosteyên li Bazara Kurkvanan salê nêzîkî 5 hezarî kurk çêdikirin, lêbelê niha ji ber ku teknolojî pêş da çûye, ev kinc êdî zêde nayê firotan û êdî li bazarê salê bi qasî 100 kurk tên çêkirin.
Ji esnafê Bazara Sipahî, Mehmet Saîd Mardînlî jî got ku ev qedera 40 salan e ew karê firotina kurkan dike û wiha dewam kir:
"Kurk êdî mîna berê nayên firotan. Ev pîşe li ber wendabûnê ye. Jixwe nifşa nû jî nizane kurk çi ye. Zemanê berê di malan da mîna îro qalorîfer tunebûn. Însanan ji bo ku necemidin, kurk li xwe dikirin. Lê êdî hema tu bêje tu kes bi kurkan emel nake. Niha bi tenê hinek kal hene ku bi kurkan emel dikin. Berê karê me pir rind bû. Me kurk dişandin Libnan, Sûriye, Iraq, Îran û Erebistana Siûdî jî. Heger wiha here, ev pîşe dê wenda bibe."