Abdullah Tel
23 Sibat 2019•Rojanekirin: 25 Sibat 2019
Eleqeya li ser werzişa cirîdê ya bi sedan sal in ku li Anadoluyê tê lîstin zêdetir bû.
Bi xêra seferên trenê yên bi navê Dogu Ekspresê ku ber bi bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê tên kirin va cirîda ji bav û kalan bo nifşên nû wek mîrate maye jî derket pêş.
Li Selîma navçeya Qersê şêniyên ku ji gundan tên li ser berfê cirîdê diavêjin.

Şêniyên li gundan dijîn di nav xwe da klubên sporê yên hespê ava kirine û ji bo domandina çanda bav û kalan dawiya hefteyê li cihê kifş dikin tên bal hev.
Taximên cirîdê yên tên hemberî hev ji bo qezenckirinê zorê didin hev û hewl didin.

Reqabeta di navbera taximan da ji ser medyaya civakî belav dibe û bala tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku bi sefera Dogu Ekspresê tên bajêr jî dikşîne.
Şêniyên bajêr û gundî jî ji bo eleqeya li ser bajêr zêde bibe û di qada tûrîzmê da hejmara ziyaretvanan zêde bibe girîngiyê didin cirîd avêtinê û pêşbaziyan dibin serî.
Taximên tên hemberî hev di cirîd avêtinê da ji bo reqîbê xwe têk bibin hewl didin û tûrîstên temaşe dikin jî bi dîmenên dertên holê gelek şa dibin.