Haydar Şahin
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji bo kesên ku nikarin herin ser sifreyên fitarê xwarinê datînên malên wan.
Yekeya Xizmeta Fitarê ya Malan a Şaredariya Xelîliyeyê di seranserê remezanê da beriya fitarê 4 cure xwarinê li 500 malbatên li navçeyê belav dike.
Ekîb her roj welatiyan ziyaret dikin, pirsgirêkên wan guhdarî dikin û bi hewcedariyên wan ra eleqedar dibin.
Fevzî Demîrkolê Şaredarê Xelîliyêye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Şanliurfayê remezan bi çoş û kêf derbas dibe.
Demirkol got ku gelê Şanliurfayê ensar e, ji bo bi sedan hezarî kesên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê malxwedîtiyê dike.
Demirkol got şaredariya wan di her mijarî da alîkariyê dide malbatên hewcedar û ji bo kesên tengasiyên wan hene û nikarin herin ser sifreyên fitarê jî her roj xawrinê li malên wan belav dikin.
Demirkol destnîşan kir ku her roj xwarinê dibin malên 500 welatiyî û wiha pê da çû:
"Armanca me ew e ku kevneşopiya xwe bidomînin û li hewcedaran xwedî derkevin, qeyda kesên hewcedar bigrin û xwarinê li wan belav bikin. Hemd ji Xwedê ra sifreya me 30 rojên remezanê ji bo gelê me vekiriye. Me ji vir 4 sal berê dest bi bernameyên remezanê kiribû û em hê jî didomînin. Em di rojê da xwarinê didin 500 kesên ku nikarin werin ser sifreyên fitarê. Ekîbên me beriya meleyê mexrebê azan bide malbatan ziyaret dikin û xwarina wan didin wan. Ev edet ji heyama Hezretî Îbrahîm maye û em jî didomînin."