Du birayên sûrî li Bîsmila navçeya Diyarbekirê di çemê Dîcleyê de xeniqîn.
Li gor agahiyan Kemal Abdurrezzak Huseyîn (26) û birayê wî Delîl Huseyîn (16) ên ku ji ber şer xwe spartin Diyarbekirê, ji bo ku keriya pez biçêrînin çûn li ber çemê Dîcleyê.
Ciran û eqrebayên wan ji ber ku xeberek ji wan derneket li ser rêça wan meşiyan û gihîştin devê çem. Dema ku alavên wan dîtin, xeber şandin cendirme û tîmên tenduristiyê.
Noqaran di çem de lêkolîn kirin û cesedê wan ji çem derxistin şandin otopsiyê.
Hat ragihandin ku Kemal Abdurrezzak Huseyîn zewiciye û bavê 2 zarokan e.