Abdullah Söylemez
29 Nîsan 2022•Rojanekirin: 02 Gulan 2022
Li Xemûra navçeya Agiriyê reng û rûçikên biharê li der û dora sûlavê xweştir xuya dike.
Sûlav li gundê Ceylanliyê ye û ji ber germahiya dinyê berf dihele û ev jî bi kêrî sûlavê tê û niha di van rojên biharê da ava wê zêde ye.
Sûlava ku ava wê ji nav kevir û zinaran diherike û ji bo avdana li zeviyên der û dorê bi kêr tê.

Di salên dawîn da eleqeya li ser sûlavê zêdetir e û niha jî bi reng û rûçikên biharê yên derû dora xwe va balê dikişîne.
Di mehên biharê da ava sûlavê zêde dibe û bala siruşthezan zêdetir dikişîne û ekîba AAyê reng û dîmenên der û dora sûlavê bi dronêyê kişand.