Türkan Tosun
19 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Li Wanê bi serokatiya Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî bernameyek hat lidarxistin, hin dildaran dîwarên dibistanê boyax kirin, bi zarokan ra lîstin.
Endamên Koma Ahbapê yên di nav da xwendekar û ji pîşeyên din mirov hene çûn Dibistana Seretayî ya Yalinduzuyê ya li navçeya Muradiyeyê.

Komê dîwarên dibistanê boyax kir, bi zarokan ra lîst.
Alîkarê Midûr ê Bajêr Cahît Eldemir daxuyand xebatên bi vî rengî yên ji bo zarokan tên kirin dewam dikin û wiha axivî: "Ji bo merhemeta zarokan zêde bibe, ew di civakê da berpirsyariyê hildin li ser milê xwe em bi komên dildar ra tên bal hevdu. Em dizanin kesên dildar ji wan ra dibin mînak, ji ber vê me çalakiyeke wiha kir. Di vê çarçoveyê da em çalakiyên ku zarokan kêfxweş dikin û tiştan fêrî wan dikin pêk tînin."