Fevzi Kemal Karagöz
11 Mijdar 2022•Rojanekirin: 18 Mijdar 2022
Nezîr Canpolatê 64 salî ku li Taxa Beyê ya Gazîentabê ev nêzî nîv sedsalê ye terzîtiyê dike ji 15 saliya xwe vir va ev 49 sal e pirtûkan dixwîne û dikana xwe ya 15 metreqereyî jî wek pirtûkxane diemilîne.
Li taxa dîrokî li dikana xwe ya biçûk da ku qismekê wê wek pirtûkxane ava kiriye ew rojê 100 rûpel pirtûk dixwîne.

Eleqeya terzî ya li hemberî pirtûkan bala nas, dost, cîran û mişteriyan jî dikişîne û dema wexta wî hebe ew dixwîne û mişteriyên ku li dikanê ne jî di wê navberê da li pirtûkxaneya terzî mêze dikin. Wext ji bo herdu aliyan jî bi xêr û bêr derbas dibe.
Nezir Canpolat daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew ji 15 saliya xwe vir va pirtûkan dixwîne û wiha domand: "Min roja dest bi vî karî kir û heta niha ez pirtûkan dixwînim. Di demên berê da qedr û qiymeta vî karî hebû lê niha bi pêşketina makînyan ev kar wek berê pere nake. Bi rastî hunerê li hemberî makîneyan li ber xwe neda."

- "Lazim e her roj mêjî bê nûkirin"
Canpolat destnîşan kir ku li qismekî dikanê pirtûk bi cî kirine û wiha domand: "Ji zarokatiya xwe vir va ez pirtûkan dixwînim. Lazim e mirov xwe pêş bixin û ji bo vê jî xwendina pirtûkan muhim e. Mirovên pirtûkan naxwînin ji min ra ecêb tên. Lazim e meriv her roj mêjiyê xwe bi agahiyên nû tijî bike."
Canpolat ragihand ku ew jimareke teqez nizane lê heta niha nêzî 6 hezar pirtûk xwendine.
Mişteriyên ku tên dikanê jî ji tevgera Canpolat gelek razî ne û ji wan yek Cuma Ozcan got: "Dema ez dikevim dikana Nezîr mîna ketibim navenda çandê û dema karekî min li dikanê hebe ez jî têm û pirtûkan dixwînim."