Jiyan

Di meha remezanê da şivantî bêtir zehmet e

Li Arpaçayê şivan di meha remezanê da hin caran li bin tavê û hin caran jî li bin baranê heywanên xwe diçêrînin

Türkan Tosun  | 23.05.2019 - Rojanekırın : 24.05.2019
Di meha remezanê da şivantî bêtir zehmet e

Kars

Li Arpaçaya navçeya Qersê şivanên heywanên xwe li deştê diçêrînin di meha remezanê da hin caran li bin tavê û hin caran jî li bin baranê hewl didin debara xwe bikin.

Li herêma Rojhilat û Rojhilatê Anadoluyê heywandarî ji bo debarê pîşeyekî girîng e.

Şivan û kesên heywanan xwedî dikin di meha remezanê da bêtir zehmetiyê dikşînin.

Li gundê Kuyucuka li ser Arpaçaya navçeya Qersê şivan paşîvê dixwin û şeveqê berê heywên didin derva dibin biçêrînin.

Şivanên rojiyê digrin li bin tavê bi kîlomêtroyan dimeşin, car caran jî li bin baranê şil û şo dibin.

Hin caran berxan didin hembêza xwe sîwanê vedikin da ku tav li wan nexe.

- "Di meha remezanê da germ tesîrê li ser me dike"

Berîtan Kayayê şivantiyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema ew ji dibistanê derdikeve tê alîkariya bavê xwe dike ku pêz biçêrîne.

Kaya got hewa germ e û ew rojî ye ji ber vê jî şivantî zehmet e û wiha axivî: "Bihar hat, me kar û berxên xwe derxistin û em wan diçêrînin. Di meha remezanê da germ tesîrê li ser me dike. Em xwe bi sîwanê diparêzin. Hin berx ji ber germê aciz dibin. Ez jî wan hildidim hembêza xwe û bi sîwanê wan ji germê diparêzim. Heta ku ji destê min tê ez him xwe û him jî berxan ji tavê diparêzim."

- "Ji ber ku hewa germ e û meha remezanê ye em pir zehmetiyê dikşînin"

Şivan Hikmet Aydin jî got li bin tavê çêrandina pêz pir zehmet e û wiha axivî: "Ez serê sibê ji saet 06.00an heta êvarê 19.00aan pez diçêrînim. Ji ber ku hewa germ e û meha remezanê ye em pir zehmetiyê dikşînin. Ji ber ku hema wisa dimeşim ez zehf tî dibim, diwestim. Dema ba tunebe ez bi sîwanê xwe ji tavê diparêzim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın