Türkan Tosun
09 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li Akyakaya navçeya Qersê dewata bûk û zavayekî li ser pireya 110 mêtroyî dirêj çêbû.
Zava Cengîzhan Gelekçî û bûk Nurdan Gelekçiya li gundê Akuzuma Biçûk dijîn biryar dan dewata wan li ser pireya di navbera gundê wan û gundê Akuzuma Mezin da çêbibe.
Mala bavê bûkê û zavê pireya 35 sal berê hatiye çêkirin bi pifik û alayên Tirkiyeyê va xemilandin, li ber def û zirneyê govend girtin.
Eqreba, heval û hogirên wan beşdarî dewata wan a li ser pireyê bûn û bi dilê xwe roja xwe derbas kirin.

Mêvan paşê çûn mala zavê û xwarina dawetê xwarin.
- "Me got em dînîtiyekî bikin û me biryar da em daweta xwe li ser pireyê bikin"
Nurdan Gelekçî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand heta niha nehatiye hişê tu kesî ku ew daweta xwe li ser pireyê bikin û wiha dewam kir: "Me got em dînîtiyekî bikin û me biryar da em daweta xwe li ser pireyê bikin. Gundî ewil metel man, ji dûr va temaşe kirin. Piştî demekê hatin li cem me û ketin govendê. Daweta li ser pireyê hesteke pir xweş e. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim."
Gelekçî got dewatek cuda çêbû, her kes kêf û şa bû û spasiya kesên beşdarî daweta wan bûne kir.
Mûzîkvan Erol Erguloglu jî got ew diçe dewatan karê mûzîkê dike û cara ewil e ew daweteke wiha dibîne.
Erguloglu got ew ji Îranê bigre heta Azerbaycanê li gelek cihan çûne dawetan, lê cara ewil e ew beşdarî daweteke li ser pireyê bûye, li gor texmîna wî êdî gelek kes wê li ser pireyê daweta xwe bikin.