Çûkê masîxwer piştî hat dermankirin berdan çolê
Li Geverê 10 roj beriya vê çûkekî masîxwer birîndar hatibû dîtin û ew çûk hat dermankirin
Hakkari
Li Gevera navçeya Hekariyê çûkê masîxwer yê ku 10 roj beriya vê birîndar hatibû dîtin hat dermankirin.
Li gor agahiyan, xebatkarên balafirgeha Selahaddîn Eyûbî li taxa Yeniyê çûkekî masîxwer yê birîndar dîtin. Xebatkaran li ser vê cab da rayedaran. Li ser vê tîmên Şaredariya Geverê hatin herêmê û çûk ji bo dermankirinê birin navende heywanan.
Çûk li vir hat dermankirin û piştra li daristanê berdan derva.
Beytar Hekîm Kaçan destnîşan kir ku dema çûk anîne bal wî ji çûk lingê xwe birîndar bûye û wî çûkê masîxwer li mala xwe derman kiriye.