Çêkirina salçeya ji îsotên sor des pê kir
Li Çukurovayê bi îsotên sor ku di meha Tebax û Îlonê da hatin komkirin çêkirina salçeyê des pê kir.
Osmaniye
Li Çukurovayê bi îsotên sor ku di meha Tebax û Îlonê da hatin komkirin çêkirina salçeyê des pê kir.
Jin bi îsotên sor ku li Çukurovayê hatin komkirin li malê salçe çêdikin.
Îsotên tên komkirin piştî ku tên şûştin dikin du perçeyan û dendikên di nav da tên paqijkirin. Îsotên bi makîneyên salçeyê tên hêrandin li ser sênî û naylonan li ser xanî yan jî li hewşan ji bona ziwa bibin tên raxistin.
Îsotên car caran ji bona baş hişk bibin tên lihevxistin 8-10 roj bi şunda cardin di makeneyan da tên derbaskirin û piştî ku xwê û rûn lê dikin cardin ji bona hişk bibin tên raxistin û peyra dikin şûşikan yan jî kûp û bîdonan.
Hatîce Kuçuka kevanî destnîşan kir îsotên ku tên şûştin, ji hev tên derxistin, tên ziwakirin û tên hêrandin piştî ku dibe salçe tehmeke xweş dide xwarinan.
Ganîmet Çerîbaşê jî diyar kir her sal tenê ji bona xwe salçe çênake û got ku em salçeya zêdebar jî ji bona xizmên xwe yên li bajarên curbercur ra dişînin.
Hanîfî Îspirê Serokê Odeya Ziraetê ya Kadirliyê destnîşan kir îsotên li Hatay, Osmaniye û Edeneyê tên komkirin piştî zehmetiyeke mezin jê salçe tê çêkirin û got ku li Çukurovayê jin çêkirina salçeyê zibare dikin.
Kalender Aliciyê îsotên sor yên salçeyê difiroşe destnîşan kir ji 100 kîlogram îsotên sor 15-20 kîlogram salçe çêdibe.