Zatîme Alpa ku li gundê Balikliçeşmeyê cotyariyê dike, çandiniya kundiran dike. Kundirên mezin ên ku Alp diçîne balê dikşînin.
Alpê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tovê kundirê ji bazarê sitand û avêt zeviya ku îcare kiribû.
Alpê diyar kir ku ji kokekê 5 kundir derdikevin û wiha axivî: "Giraniya kundirekî gihişt 82 kîlogramê. Giraniya wanê din bi qasî 30 kîlogramê ne. Min texmîn nedikir ku dê ev qas mezin bibin. Min zibila sirûştî berda bin kokên kundiran û pişt re ev qas mezin bûn. Xwedê da min. Ez jî dê kundirê parçe bikim û belavî cîranên xwe bikim."
Alpê da zanîn dixwaze ku sala bê giraniya kundirên wê bigihêjin 250 kîlogramê.